Em ji bo dîsa avakirinê alîkariya bajarê xwe yê dost Dêrikê dikin!
Tirkiye binesaziya sîvîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike – em ji bo dîsa avakirinê alîkariya bajarê xwe yê dost Dêrikê dikin!
Ji serê meha Cotmehê ve artêsa tirk binesaziya sîvîl a li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike. Parçeyeke mezin a binesaziya herêmê zirarê dîtiye: Xizmetguzariya av û enerjiyê, nexwesxane û dibistan, qadên petrolê, fabrîke û depoyên qût û berhemên çandiniyê. Santrala karebayê ya li derdora Dêrikê, ku di sala 2022an de carekê hatibû rûxandin û beriya çendeyekê dîsa hatibû avakirin, careke din hate rûxandin. Nistecihên Dêrik û gundewarên Dêrikê careke din bê av û kareba man. Nexwesxaneya Koronayê ya li Dêrikê, wekî ku li ser wêneyê xuya ye, bi gistî hatiye rûxandin. Akademiya Asayîsê (Hêzên Ewlekariya Herêmê) hat bombekirin û 29 endamên Asayîsê hatin kustin, 26 hatin birîndarkirin. Asayîs li seytereyên li destpêka bajêr seyareyan kontrol dikin, da ku pêsî li êrîs û êrîskarên Daisê bigirin û endamên asayîsê di dema êrîsan de li akademiyê perwerdehiya têkosîna li dijî hisbiran didît.