Di cotmeha 2018an de şandeya komeleyê ya ji sê kesan pêk dihat ji bo ku bajar û herêmê naz bike û têkiliyan rasterast deyne çû Dêrikê. Bi rêveberiya bajêr re peymana dostaniyê hat îmze kirin, da ku xebata di navbera rêveberiya bajêr û komeleya dostaniya bajaran de bi rê ve bibe.
Di hezîrana 2019an de şandeyeke ji Dêrikê ji bo serdanê hatibû Berlînê. Bi merasîmekê li salona şaredariya Kreuzbergê, hevşaredarên Dêrikê, Rojîn Çeto û Feremez Hemo û şaredara Friedrichshain-Kreuzbergê, Monika Herrmann, bi merasîmekê bi hev re dostaniya bajaran îmze kir. Komeleya dostaniya bajaran bernameyeke berfireh a serdana li Berlînê ji bo hevşaredarên dostaniyê amade kir, da ku inisiyatîv û projeyan pêşkeşî wan bikin û danûstandina rasterast a bi gelên Friedrichshain-Kreuzbergê re pêkan bînin.