Em piştgiriyê didin avakirin dostaniyên di navbera saziyên li Dêrik û Friedrichshain-Kreuzbergê, wekî dostaniya di navbera pirtûkgehên „Manesa“ li Dêrikê û pirtûkgeha „OH21“ li Kreuzbergê.

Dibistana Seretayî ya „Freie Schule Kreuzberg“ ya li Kreuzbergê bi Dibistana Seretayî ya Îsmaîl Hesen ya li Dêrikê re bûye dost.

Komeleya Malbatên ji Kurdistanê YEKMAL jî bi Rêveberiya Bajarê Dêrikê re hevpeymana hevxebatê îmze kiriye û dixwaze di beşên civakî û perwerdehiyê de bi taybet di warê hêlînên zarokan de li gel Dêrikê bixebite.

Dibistana „Fritz-Karsen-Schule“ ya li Neukoellnê jî bi Dibistana Navîn a Şehîd Şervîn ya li Dêrikê re dost e û bi riya Dersa Komexebata Dostaniyê dostaniya di navbera xwe de dixe pratîkê.

Projeyên baxçeyan jî dixwazin bi baxçeyên Dêrikê re bibin dost. Em navbeynkariyê di navbera wan de dikin.