Hevalên hêja yên dostaniya bajaran a di navbera komînan (bajaranan) de, yên Friedrichshain-Kreuzberg û Dêrikê,

em kêfxweş in, ku di dawiyê de em malpera xwe bi kurdî û erebî jî pêşkêşî we dikin.

Li ser vê rûpelê em dixwazin

  1. welatiyên Bakurê Sûriyeyê, nemaze yên herêma Dêrikê, di derbarê dostaniya me ya bajaran de agahdar bikin. Bi riya gotarekê em pêşkeftina dostaniya bajaran û projeyên xwe yên li Dêrik û Berlinê bi we didin nasîn.
  2. Em dixwazin navçeya xwe ya Berlinê Friedrichshain-Kreuzbergê bi we bidin nasîn, ku wekî Dêrika Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, navçeya me jî pir-çandî û pir-neteweyî ye. Wekî din li ba me jî mirovên ji baweriyên cuda dijîn: mînak mesîhî, cihû, misilman, êzidî, ermenî, hindû, bûdîst û gelekên din. Nivîseke me dê agahiyên di derheqê cihêrengiya etnîkî û olî ya navçeya me de bide we. Navçeya me ji hêla siyasî ve jî balkêş e, ji ber ku yek ji çend navçeyên çepgir e. Nêzîkbûn û beşdariya hemwelatiyan ji bo me jî mijareke sereke ye, ku em ê bê guman bikaribin di vê mijarê de gelek tiştan ji we fêr bibin.
  3. Em dixwazin her wisa komeleya xwe ya dostaniya bajaran bi we bidin nasîn, ku dostaniya fermî a bi navçeyê re zindî digire û bi projeyên xwe piştgirî dide bajarê me yê dost Dêrikê.
  4. em dixwazin kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku li Berlînê dijîn, ji dil û can vexwînin nav xwe, da ku tev li xebatên me bibin û bi beşdariya xwe ya çalak piştgirî bidin me. Ev piştgirî dikare bi awayên cuda pêk were: Ramanên nû yên ji bo projeyan pêş bixin û alîkarî bidin, ku ev raman bi cî werin, raya giştî ya almanan di derbarê bûyer, pêşangeh û şevên fîlmnîşandanan de agahdar bikin, yan jî bi riya bexşan piştgirî bidin karê me. Bi taybet ji bo me tevlibûna van kesan gelek girîng e, ku dikarin hin beşên malpera me ji almanî wergerînin kurdî û erebî.
  5. Em li wêneyên Dêrikê yên nûjen û dîrokî digerin, ku em li vê derê pêşkêşî raya giştî ya almanan bikin, da ku ew bajarê me yê dost Dêrikê çêtir nas bikin.

Heke hûn bixwazin bi ramanênn xwe bi awayekî çalak piştgiriyê bidin me, hûn dikarin ji me re binivîsin:

info@staepa-derik.org

Heke hûn bixwazin bi bexşan piştgiriyê bidin me, ev hesabê me yê bexşan yê bankeyê ye:

Komeleya Dostaniya Bajaran Friedrichshain-Kreuzberg – Dêrikê
IBAN: DE54 0967 1225 6804 00
BIC: GENODEM1GLS
Banke: GLS Bank

Ji ber ku em komeleyeke xêrxwaz in, mirov dikare bexşên xwe yên ji bo me ji xerca xwe qut bike.
Kesê bixwaze bibe endam, dikare serlêdana endamtiyê li vê derê bibîne:

Em ê bi şandina gelek wêne, raman û nûçeyên ji Dêrikê û yên ji vir gelek kêfxweş bibin.

Desteya rêveberiyê