Bi çalakî û nîşandana Fîlman em bi rêkûpêk di derbarê Dêrik û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Suriyê de agahî didin. Bi taybet fîlmê “Bihuşta Min” ê Ekrem Haydo û pêşangehek di derbarê rewşa jinên Bakurê Suriyê de li şaredariya Kreuzbergê hat nîşandan. Bi hevkariya DestDan, civaka jinên kurd ên li Berlinê, gelek çalakiyên li ser mijara “Rizgariya Jinê” pêk hatin. Bi hevkariya Saziyên Sendiqeya Mamosteyan GEW re bi rêkûpêk li ser berfirehkirina pergala perwerdehiya li Bakur û Rojhilatê Suriyê agahî tên dayîn. Ji xeynî van yekan, çalekiyek li ser rewşa ekolojiya li Bakurê Suriyeyê bi înîsiyatîva “Make Rojava Green Again” re pêk hat. Di payîza 2020an de pêşandaneke li ser bajarê dost li “Roten Laden” dest pê kir û divê ew li deverên din yên Berlinê jî bê pêşkêşkirin. Bi hevxebatên bi dêra pênaberan re me gelek çalakiyên li ser mijarên ji bo jinên di civata dêrê de organize kirin. Li ser înîsiyatîva me, li herêma Friedrichshain- Kreuzbergê wekî yek ji 5 şaredariyên Almanya Federal ji bo perwerde-xebateke ji bo penaberên ji Sûriyeyê peyman hat dayîn. Ji destpêka 2021an pê ve gelek penaber dikarin li şaredariyê bi heqê xwe û bi qasî salekê staj bikin.

Pandemiya koronayê zirarê da çalakiyên komeleya me jî. Şandeyeke jinan a ji Dêrikê, ku ji bo mijdara 2020an hatibû plankirin ji bo sala 2021an hat paşxistin. Di şûna wê de, di mijdara 2020an de bi rêxistina jinên bakurê Sûriyê Konreya Star re çalakiyeke dîjîtal li ser miara “Girêdana aboriyê wekî navgînek zordariyê” pêk hat. Bi malpera xwe ya bi kurdî û erebî niha em dixwazin hemwelatiyên ji Sûriyeyê yên li Berlînê û hemwelatiyên Dêrikê li ser dostaniya bajaran û çalakiyên xwe de agahdar bikin. Belavoka me niha bi kurdî, erebî, tirkî û îngilîzî jî heye. Hûn dikarin vê belavokê û vê broşure bi riya e-mailê ji adresa me ya e-mailê info@staepa-derik.org bixwazin.