Komeleya Dostaniya Bajaran di payîza 2017an de hat damezirandin. Ev fikir ji ber sê sedeman bi niştecihên navçeyê re çêbû:

  • daxwaza me ew bû, ku em mirovên din ên li navçeyê di derbarê demokrasiya bingehîn û modela civaka pir-çandî ya li Bakur û Rojavayê Suriyê û di derbarê têkoşîna gelên li wê derê de, ku li dijî daîş, hukumeta Esad, êrîşên Tirkiyê didin û aktorên din ên navnetewî de agahdar bikin. Ji ber ku li Almanyayê di derbarê vê yekê de heta niha gelek kêm tê zanîn.
  • yê duyem, em dixwazin bi awayekî ber bi çav piştgirî bidin gelê Dêrikê, ji bo destketiyên wan ên li dijî Daîşê û ji bo demokrasiyê.
  • yê sêyemîn jî, em dixwazin têkiliyên gelê Dêrikê û yê Friedrichshain-Kreuzbergê bi awayekî rasterast û bihevgirêdayî pêkan bikin.Ev jî sedemeke e ku, çima me ne ji bo bajarekî din ê Bakur û Rojavayê Suriyê lê ji bo Dêrikê biryar da, ji ber ku wê gavê Dêrik ji nav tevahiya bajarên Bakur û Rojavayê Suriyê, bajarê herî hêsan û zû ji ser bakurê Iraqê mirov xwe digihandê bû.

Li komeleya me mirovên ji netewe, fikrên siyasî û baweriyên cuda xwe rêxistin kirine, ku bi hev re û bi dilxwazî ji bo dostaniya bajaran dixebitin. Endamên nû yên ku bixwazin xebata me naz bikin an jî di komên me yên xebatê de, wekî karên ji bo jin, ekolojî, çand, perwerdehî, tendûristiyê û karên civakî de bixebitin, em xêr hatina wan dikin.

Em hemû kesên ku ji Dêrikê û ji derdora wê tên û niha li Almanya û li Berlinê dijîn vedixwînin nav xwe, ku tev li komxebatên me bibin. Pêwistiya me bi taybet bi kesên, ku dixwazin nivîs û wêneyên di derbarê Dêrikê de li ser malpera me an jî li ser koma me ya Facebookê bi kurdî û erebî biweşînin heye.