Di 20ê îlona 2017an de, Meclîsa Encumenên Navçeyê (BVV) ya Friedrichshain-Kreuzbergê pêşniyara ku li Bakurê Sûriyê bi Dêrik re dostaniya bajaran erê kir.

Wê demê li ev biryar Almanyayê yekemîn bû.

Di 27ê Sibata 2019an de dostaniya bajaran bi gelemperî ji hêla BVVê ve bi hejmareke mezin bi fermî hate biryar dan. Wekî komeleyeke dostaniya bajaran em dixwazin di derbarê Dêrikê de agahî bidin, piştgirî bidin danûstandina bi mirovên li Dêrikê re û projeyên bi hevkariya rêveberiya bajarê Dêrikê û înîsiyatîvên din re pêk bînin.

Her çend di 2018an de êrişên artêşa Tirk li ser Efrînê û di 2019an de li herêma derdora Serê Kaniyê û gefên domdar ên dewleta Tirk ji bo dagirkirina deverên din gelek caran hewldanên me paş ve xistibin jî, me di xebatên xwe de gelek tişt bi dest xistin.