Atolyeya Dirûnê ya ji bo Êzidiyan

Di dawiya sala 2018an de me bi riya kampanyayeke bexşan 2.500 € ji bo avakirina atolyeyeke dirûnê li kampa penaberan ya êzidiyan „Newroz“ da hev. Wisa em dikaibûn atolyeyeke bi 9 makîneyên dirûnê ava bikin. Di havîna 2019an de êzidiyên Kampa Newrozê vegeriyan Şingalê û makîneyên dirûnê bi xwe re birin û li bajarê Şingalê atolyeyeke dirûnê ji nû ve vekirin.

Li Dêrikê Ototbusa Hêlîna Zarokan

Ji ber ku zehmet e, mirov ji bo vê herêmê piştgiriya bi pereyan bigirie, em neçar man, ku projeyeke xwe ya din paş ve bixin: Em dixwazin bi Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê „WJAS“ê re otobuseke ji bo hêlînên zarokan fînanse bikin, ku zarok bikaribin bi hêsanî herin tekane hêlîna zarokan a Dêrikê, ku pir-çandî û pir-zimanî ye. Ji ber ku li Dêrikê wesayîtên ji bo raya giştî tune ne, dêûbav mecbûr dimînin zarokên xwe bi erebeyê bînin hêlîn a zarokan û dibistanê. Ev jî newekheviyê di navbera malbatên dewlemend û ne dewlemend de derdixe holê. Em dixwazin vê yekê biguherînin.

Nexweşxaneya Mobîl ji bo derdora Dêrikê

Ji dawiya 2019an ve em bi Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê „WJAS“ê re ji bo nexweşxaneyeke mobîl bexşan didin hev, ku xizmeta tenduristiyê bide gundên li derdora Dêrikê. Di destpêkê de ev nêrîna li ser nexweşxaneya mobîl derket, ku rewşa tenduristiya jin û zarokên li gundan dijîn çêtir bibe û ji xizmeta tenduristiyê bêpar nemînin, Ji ber ku hêj jî hinek gund ji xizmeta tenduristiyê bêpar dimînin, ku derfeta wan a çûna nav bajêr tune ye û herin nexweşxaneyekê.
Ji destpêka dagirkeriya leşkerên tirk ya di cotmeha 2019an de me giraniya xwe hêj bêhtir danî ser vê yekê, ku bexş zûtir kom bibin. Gelek kes di şer de birîndar bûn, bi taybet gelek jin û zarok. Bêhtirî 300.000 penaber ji malên xwe bûn û bi lezî pêdiviya wan bi lênêrîneke tibbî hebû. Gelek mirovên li Almanyayê ji bo standina siwareyê pere bexş kirin. Di demeke kurt de ji bo kirîna siwareyekê têr pere hat komkirin. Ji ber pandemiya koronayê, ku di bihara 2020an de rû da, pêwîst bû nexweşxaneya mobîl yekser biserkeve. Şensê me hebû, ku Navenda Pêşxistina Welêt a Berlinê ji nişka ve bernameyeke koronayê ji bo projeyên siyasî yên pêşxistinê yên Berlinê budceyekê diyar kir. Bi vî awayî em dikaribûn piştî kirîna siwareyê, her wisa raxistina hundirê nexweşxaneya mobîl jî fînanse bikin. Ji nîvê meha cotmehê ve nexweşxaneya mobîl, ku hêj bi temamî nehatiye raxistin, dest bi xizmeta xwe ya li derdora Dêrikê kir. Ji bo ku nexweşxaneya mobîl bikaribe xebata xwe bi awayekî berdewamî bimeşîne, em ê bexşan her car bidin hev, ku bi vî awayî dermanên pêwîst her car werin kirîn.

Çalakî

Çalakvanên komeleya dostaniya bajaran beşdarî çalakiyên li dijî dagirkeriya leşkerên tirk ya li bakurê Sûriyeyê bûn. Bo nîmûne di çileya 2020an de di çarçoweya protestoyeke afirîner de, me li gel Kampayaya Jin Rojava diparêzin „Women defend Rojava“, Meclîsa Jinên Kurd DestDan û dibistana „Freien Schule Kreuzberg“ li qada Breidscheidtplatz zarok bibîr anîn, ku di şerê dagirkeriya tirkan de şehîd ketine. Beşdaran solên zarokan li qadê rêz kiribûn, çimkî zarok ew mexdûrên vî şerî bûn, ku nikaribûn xwe biparêzin.