Bi riya hevxebata bi Rêveberiya Bajarê Dêrikê û Înîsiyatîva „Make Rojava Green Again“ re me di Adara 2019an de dest bi yekemîn projeya xwe ekolojîk ya hevpar kir: Di çarçoweya vê projeyê de me dixwest li şûna ziwa, ku berê çemê Qornîşê lê diherikî, dar û hêşinahî biçînin û li baxçeyên hevpar yên taxan jî fêkî û sebze biçînin. Ev xebat di Nîsana 2020an de bi serkeftî qediya. Ji sedî 75ê vê projeyê bi riya pereyên ji Hikûmeta Federal hat fînansekirin. Ji sedî 25ê mayî jî komeleya me bi riya bexşên we fînanse kir.
Divê hêşinkirina şûna, ku çem berê lê diherikî, bi riya danûstanina bi rêveberiya bajêr re were meşandin; ev yek girêdayî piştgiriyeke demên pêş e.