Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Tirkiye binesaziya bajarê me yê dost Dêrikê/Al Malikiya bombe dike
Dostaniya bajaran ji bo asîmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya firîna balafiran li dijî Tirkiyeyê
daxwaz dike
Komeleya Dostaniya Bajaran a Friedrichshain-Kreuzberg – Dêrikê ruxandina binesaziya debara jiyanî ya sîvîl
a li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) ya bi riya balafirên şer û dronên
Tirkiyeyê, bi tundî şermezar dike.
Roja pêncşemê, di 05.10.2023an de bi riya êrîşeke hewayî nexweşxaneyeke Covid-19ê ya li bajarê Dêrikê bi
giştî hat ruxandin.
Wekî din roja înê, di 06.10.2023an de santraleke karebayê ya nêzîkî bajêr û santraleke gazê ya herêmê, ku
30 km li başûr-rojavayê Dêrikê bû, bi riya êrîşên bi saetan ên balafirên şer û dronên bi gelemperî hatin
ruxandin. Zirareke bi qasî çend mîlyon dolar pêk hat. Endezyarê berpirsyar ê santralê, Akid Abdel Majeed da
zanîn, ku bi riya 10 êrîşan, turbînên petrolê, santrala desulfurîzasyonê û santrala karebayê hatine ruxandin.
Parçeyên turbînan ên tamîrê li Sûriyeyê tune ne û mirov dikare van parçeyan encax li bazara navneteweyî bi
dest bixe.
Tekane santrala enerjiyê ya li bakur-rojhilatê Sûriyeyê, ku hêj çalak bû, çavkaniya gaz û karebayê ji bo
tevahiya gerêmê. Di heman demê li wê derê tûpên gazê yên malan dihatin dagirtin. Hêj di Mijdara 2022an
de ev santrala enerjiya ji ber êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê zirarên mezin dîtibû.
Medyayên cuda yên herêmê wekî din radigihînin, ku zêdetirî 29 gund û bajar, 5 santralên karebayê, 7
santralên petrolê, 2 stasyonên ava vexwarinê, santraleke gazê û her wisa bendava Cil Axayê hatine
bombekirin. Hete niha tê zanîn, ku 12 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di dema weşandina van agahiyan de
hêj êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê berdewam bûn.
Piştî ku wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan piştî êrîşa fedayî ya li Wezareta Karên Hundir a li
Enqereyê, ji bo xwe tevahiya binesaziya bakur-rojhilatê Sûriyeyê wekî armancên êrîşan ên rewa ragihand,
gelek herêm û deverên bakur-rojhilatê Sûriyeyê bê kareba, av û gaz hatin hiştin. Bêyî delîlan, hikûmeta
Tirkiyeyê îdîa dike, ku kiryarên bûyerê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine
perwerdekirin û şandin. Bi vê yekê re ew ji bo êrîşên xwe yên li armancên leşkerî û sîvîl ên li bakurê Sûriyeyê
bingehekê ava dikin û vê yekê wekî mafê xweparastinê nîşan didin.
Desteya rêveber a komeleya dostaniya bajaran dide xuyakirin, ku „êrîşên bi zanetî yên li dijî armancên
xwerû sîvîl, sûcên şer in, û ferq nake, ku ev yek li bakurê Sûriyeyê, li Ukryanayê yan jî li ciyekî din pêk
werin.“ Ruxandina hedefên sîvîl her wisa wekî mafê xweparastinê di Artîkel 51 ya Peymana Neteweyên
Yekbûyî de jî cî nagire. Bi van êrşîan mafên gelan tên binpêkirin.
Divê ji bo kesî diyar be, ku mirovên li bakurê Sûriyeyê nikarin bê av, kareba û gaz bijîn. Em bi fikar in,
hejmara kesên penaberên li Ewropayê zêdetir bibe. Gava binegeha jiyan û debara mirovên li bakurê
Sûriyeyê were ruxandin, hingê bi mîlyonan mirov berê xwe bidin ku derê? Ew ne dikarin û ne jî dixwazin
herin Tirkiyeyê yan jî herêmên rejîma Sûriyeyê. Riya pêşberî wan dimîne ew e, ku ew li ser Êraqê re berê
xwe bidin derveyî welêt. Diviya armanca me tevan ew bûya, ku em sedemên penaberiyê rakin û sedemên
nû pêk neynin.
Em ji bo asîmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya firîna balafiran li dijî Tirkiyeyê daxwaz dikin!
Berlin Friedrichshain-Kreuzberg, 09.10.2023