Site Loader

Her sal di biharê de, Otto Sinfoniker di rojên Şemî û Yekşemê de konseran dide. Ew van dahatûyên, ku bi riya konserên roja Yekşemê bi dest dikevin, didin proje yan jî komeleyan. Wan vê carê bi konsera xwe ya roja Yekşemê ya di 26ê Adara 2023an de ya li Dêra Emmaus a Berlin-Kreuzbergê, piştgirî da xebata Komeleya Dostaniya Bajaran a Friedrichshain-Kreuzberg – Dêrikê.

Cîgirê şaredara navçeyê Oliver Nöll jî di destpêka konserê de li ser navê Şaredariya Friedrichshain-Kreuzbergê axivî û balê kişand ser girîngiya vê orkestrayê. Di berdewamiya axaftina xwe de wî rewşa xirab a bajarê me yê dost Dêrikê anî ziman, ku bi taybet piştî êrîşên dubare yên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê û ji ber bandora erdheja meha Sibatê dijwartir bûye.

Ev bernameya ku vê carê ji berhemên Felix Mendelssohn Bartholdy ve pêk tê di bin rêveberiya Nóra Füzi de hate pêşkêş kirin: Oevertüre “Giravên Hebride”, op.26; Konsera Kemanê ya bi E minor, op.61, bi solîst Emil Naudé; Senfoniya Hejmar 3 (Skoçkî), Op. 56.

Bi beşdariya 360 guhdaran re Dêra Emmaus hatibû dagirtin. Mixabin, ji ber sedemên ewlehiyê, hejmarek ji kesên ku dereng hatibûn, nikaribûn derbasî hundir bibin.

Hêjayî gotinê ye, ku di vê êvara konserê de guhdaran 3,587 € ji bo bajarê me yê dist bexş kir. Her wisa li ser navê gelê Dêrikê em spasiya orkestraya senfoniya Ottoyî, civata Emmausa Kreuzbergê, temaşevan û tevahiya kesên din ên, ku komkirina alîkariyê pêk anîne, dikin.