Site Loader

Mijar: Êrîsên li ser bajarê hevalbendê me Dêrikê û sermezarkirina dewleta Tirk ya binpêkirina hiqûqa
navneteweyî ku li dijî Rojavayê Kurdistanê tê kirin

Parlemena navçeyê dikare biryarê bide:

Parlemena navçeya Friedrichshain-Kreuzberg, bi peywendiya dewleta Tirk a êrîskariya çalakiyên ser bi awayekî eskere li xwe mukur tê. Li Rojava (Bakurê Sûriyê) dewleta Tirkan bi taybetî li hevalbajarê me Friedrichshain-Kreuzberg Dêrikê, bi çalakiyên servanî hiqûqa navnetewî binpê dike. Li hember van êrîsan, em ji helwesta duristbûna hevkarên xwe fikar û sayisan dikin.

Parlemena Navçeyê (BVV), bombebarana nêzî hevalbajarê me Dêrikê, li gundê Teqil Beqilê û yên derdora wê sermezar dike. Dêrik ji aliyê balafirên ser ên Tirkiyê ve navendeke elektirîkê jî bi tevahî hate rûxandin. Bajarokê Dêrikê û 65 gundên derdora wê bê elektirîk û bê av man. Pîkabeke ku kesên sivîl tê de bûn û ew diçûn, alîkariyê bidin mexdûrên bombebaranê, bi êrîseke duyemîn hate bombekirin û di vê êrîsê de bi gistî 9 kes hatin kustin û 3 kes jî birîndar bûn.

Êrîsên li hemberî sivîlan û binesaziya wan, bi awayekî eskere li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Em, ne bi tenê li Ûkraynayê, li Bakurê Sûriyê û li hemû deverên din, bi her awayî, ser û êrîsên li dijî hiqûqa navneteweyî tên pêkanîn û bi taybetî jî li dijî sivîlan tên kirin, sermezar dikin.

Parlemena Friedrichshain-Kreuzbergê-BVV, xemgîniya malbatên cangoriyan parve dike û ji hemû malbatan re sersaxiyê dixwaze. Em, ji qeymeqamtiya bajêr daxwaz û tika dikin ku ew ji hevserokên saredariya Dêrikê û kesên peywendîdar re nameyeke sersaxiyê bisîne û ji hevalbajarê me re peyama pistgiriyê diyar bike.

Komeleya hevalbajarê me Dêrikê ku bi hevkariya weqifeke cîgehî ya jinan, bi Klînîkeke Gerok li herêmê alîkariyê dike, dibe ku ew jî bibe hedefa êrîsan. Ji ber dibêtiya êrîseke waha em, di nava metirsiyê de ne. Divê êrîsên bi vî rengî neyên pêkanîn. Ev klînîk bi alîkariya bexsên navçeya me ava bûye û li wê herêm û derdorê, bi tena serê xwe nûnertiya xizmeta tenduristiya zarok, keç û jinan dike. Em wek BVV, soz didin ku li herêmê, ji bo aramî û baskirina mercên jiyanê, wê alîkarî û pistgiriyê bide û hevkariya komela hevalbendê me ya Dêrikê û ya Friedrichshain-Kreuzberg dê her bê berdewamkirin.

Sedem:

Dema ku jiyan û yekîtiya fizîkî ya sêniyên hevalbajarê me Dêrikê di bin xeteriyê de be, civaka sivîl û binesaziya/avahîsaziya sivîl di bin êrîs û serê li dijî hiqûqa navneteweyî be, divê em weke navçeya hevalbend bêdeng nemînin. Bêguman kiryara ku di 13ê Mijdara 2022an de li bajarê Stenbolê, hatibû pêkanîn, bênîqas kiryareke neheq û terorî ye. Divê ev bûyera nerewa, bêyî gotinên wek “heger û lê” bê sermezarkirin. Em ji malbatên bûne qurbana wê bûyerê re sersaxiyê dixwazin. Lê belê divê ev bûyera terorê, qet nebe ku bibe hêceta êrîsên ezmanî yên derî hiqûqa navnetewî ku li ser kesên sivîl û binesaziyên wan têne kirin. Ev êrîsên eskere bi neheqî tên kirin jî divê di qada navneteweyî de mîna kiryarên terorê bên binavkirin û sermezarkirin. Bi taybetî kesên ku bûne cangoriyên van êrîsan, bêsik û guman nikare wek hevkarên terorê bêne tawanbarkirin û bibin hedefên êrîsên li dijî hiqûqa navneteweyî.

Friedrichshain-Kreuzberg, 30.11.2022