Site Loader

Ji Friedrichshain-Kreuzbergê Peyama Sersaxiyê

Hevsaredar Bêrîvan Hisên, Hevsaredar Serwan Xelîl,

Bi metirsiyeke mezin me di 21ê Mijdara 2022an de li Friedrichshain-Kreuzbergê nûçeyên êrîsên hewayî yên dijwar yên li ser stasyona elektrîkê û gelê sivîl sopandin. Ez ji dil hêvî dikim, ku hûn, xebatkarên we û malbatên we birîndar nebûbin. Wekî din jî ez hêvî dikim, ku pasê hûn dikaribûn gihandina elektrîk û avê ya ji bo deh hezaran nistecihan careke din ji nû ve pêk bînin.

Dêrîk û Friedrichshain-Kreuzberg ji sala 2019an ve du bajarên dost in û ez dixwazim bi vê wesîleyê sersaxiyê ji we re bixwazim û pistgiriya xwe ya ji bo we bi lêv bikim. Wekî bajarê we yê dost, em bi we re sînê dikin û ji bo birîndaran basî û tenduristiyê dixwazin. Êsa we ne dûrî çavan e. Ez ji dil hêvî dikim, ku demildest dawî li çalakiyên leskerî were û welatiyên we di nav aramî û ewlehiyê de bijîn.

Bi xemgîniyeke kûr,

Clara Herrmann
Saredara Navçeya Friedrichshain-Kreuzbergê