Site Loader

Na ji şer re! Çekan (sîlehan) deynin ! Li her deverî!

Rusya li dijî mafê gelan derbasî Ukraynayê bûye û ji hewa, li ser erd û li ser avê êriş dike. Li wê derê kesên sîvîl tên birîndarkirin û kuştin, xanî û bingeha jiyanê tên xirakirin. Bi milyonan mirov ber bi rojava ve koç dikin. Serokwezîrê Rusyayê Putin dixwaze hikûmeta Ukraynayê ku bi awayekî demokratîk hatibû hilbijartin bi rejîmeke maryonet biguhre.

Cezayên EU û USAyê ne bi tenê li Putin û Olîgarşên wî ne. Ev ceza bandorê li sivîlan jî dikin û ew bi dijberkirinê re rûbirû ne. Şerê Rusyayê li wan kesan bandor dike, yên ku ji bo aşitiyê hewl didin û li dijî şer disekinin: kesên ku tevlî meşan dibin, medyayên ku rexne dikin, saziyên mafê mirovan û hawirdorê.

Piştgrî bo penaberan– li her deverê cîhanê!

Li Almanyayê piştgiriyeke berfireh ji bo penaberên ji Ukraynayê heye û alîkarî bi lez tê kirin. Bi vê rewşê em gelekî kêfxweş in. Ev rewş ji aliyekî ve me teşwîq dike ku em hem karê penaberan bikin û hem jî li dijî sebebên ku penaberiyê derdixine hole têbikoşin. Ji ber vê sedemê em bi bajarê xwe yê hevalbend, Dêrika bakurrojhilatê Surî re xebatên êkolojîk, mirovî di beşa perwerdehiyê de dikin. Li wê derê jî ev demek e şer heye. Di sala 2018an de Tirkiyê li dij mafên gelan, bakur rojavayê Efrînê dagir kir, di sala 2019an de jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Gelê wê derê bi giştî neçar ma koç bikin û di xaniyên wan de malbatên cihadiyan hatin bi cihkirin. Tevî ku komîteya lêkolîna zanistî ya dewleta Almanyayê dagirkirina Tirkiyê ya li hinek parçeyên bakurê Suriyê wek binpêkirina mafê gelan pênase kir, heta îro jî Tirkiye nehatiye cezakirin.

Ne tenê Rusya her wiha Tirkiye jî her roj bajar û gundan topbaran dike

Li ber sîya şerê Ukraynayê Tirkiye hîn jî bi bombe, dron û topên giran diavêje bajar û gundên bakur rojhilatê Surî û êrişî wir dike. Her roj xaniyên sîvîlan tên rûxandin û zilam, jin û zarok tên kuştin. Tirkiye bênavber avê li şêniyê wê herêmê dibire. Tirkiyê û Rejima Assad dixwazin bi embargoyê gelê herêmê ji nan û avê qut bikin. Ji ber vê sedemê jî gelek kes ji wê derê koç dikin û derbasî bakurê Iraqê dibin. Di destpêka koçkirina xwe de ew li herêma Şengalê dimînin û li wê derê jî bi êrişa deronên Tirkiyê re rûbirû dimînin. Ji ber van sedeman ew hewl didin xwe bi rêyên xetrnak bigihînin Ewropayê.

Rêyên ewle yên koçberiyê ji bo her kesî

Em penaberên di sînorê Belarus – polonyayê de bi bîr tînin. Di nav wan de gelek malbatên êzidî yên ji bakurê Iraqê hebûn, yên ku ji deronên şer yên Erdogan koç kiribûn. Ew hîn jî di vê sermayê de li darîstanan asê mane û nahêlin ku ew sînorê Polonyayê derbas bikin. Ew di dereceyên di bin sifrê de li daristanê dûrî bajêr in û tu destûra nayê dayîn ku ew derbasî Polonyayê bibin. Li wê daristanê gelek kes ji ber semayê dimirin: bi taybetî jin û zarok. Daxwaza me ev e; bo hemû mirovên ku ji ber sedemên şer ji welatê xwe koç kirine rêyên ewle werin vekirin. Divê ferq û cidahî di navbera penaberan de tunebe. Divê penaber tev, wek di rewşa Ukraynayê de alîkariya bi lez û bê burokrasiyê bistînin – çi ew ji ber bombeyên Erdogan an jî Putin birevin.

Bi tenê mafekî gelan heye!

Em helwesta seroka wazareta derva Annalena Baerbock li dijî Rusyayê pîroz dikin. Bi berpirsyartiya wezaretê em bi hêvî bûn, ku kartê sor êdî ji Tirkiyê re jî were nîşandan. Lê di şûna vê de biratiya çekan ya alman û tirkan berwedam e: li kêleka hevdîtina Natoyê ji bo Ukraynayê de birêz Baerbock spasiyê xwe „ji bo hevkariya alman û tirkan ya bi hêz“ ji Cavusoglu re kir! Em dixwazin ku êdî dawî li durûtiyê were û êdî were qebûlkirin, mafê mirov ji bo hemû insanan wek hev e. Dagirkirina li dijî mafê gelan divê li tu deverî neyê qebûlkirin. Divê Tirkiye û hêzên wê yên îslamî ji Bakurê Sûrî derkevin û em dixwazin qedexiya firîna firokeyan li ser Bakurê Surî were danîn.