Site Loader

Tirkiye binesaziya sîvîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike – em ji bo dîsa avakirinê alîkariya bajarê xwe yê dost Dêrikê dikin!

Ji serê meha Cotmehê ve artêsa tirk binesaziya sîvîl a li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike.
Parçeyeke mezin a binesaziya herêmê zirarê dîtiye: Xizmetguzariya av û enerjiyê, nexwesxane û dibistan, qadên petrolê, fabrîke û depoyên qût û berhemên çandiniyê.
Santrala karebayê ya li derdora Dêrikê, ku di sala 2022an de carekê hatibû rûxandin û beriya çendeyekê dîsa hatibû avakirin, careke din hate rûxandin. Nistecihên Dêrik û gundewarên Dêrikê careke din bê av û kareba man. Nexwesxaneya Koronayê ya li Dêrikê, wekî ku li ser wêneyê xuya ye, bi gistî hatiye rûxandin. Akademiya Asayîsê (Hêzên Ewlekariya Herêmê) hat bombekirin û 29 endamên Asayîsê hatin kustin, 26 hatin birîndarkirin. Asayîs li seytereyên li destpêka bajêr seyareyan kontrol dikin, da ku pêsî li êrîs û êrîskarên Daisê bigirin û endamên asayîsê di dema êrîsan de li akademiyê perwerdehiya têkosîna li dijî hisbiran didît.

Rûxandina santrala gazê ya li Siwêdiyê

Yekane santrala enerjiyê ya çalak li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xizmetguzariya gaz û karebaya tevahiya herêmê dikir. Di heman demê de tûpên gazê yên malan jî li wê derê dihatin dagirtin. Hêj di Mijdara 2022an de ev santrala enerjiyê ji ber êrîsên hewayî yên tirkan bi giranî zirarê dîtibû. Ev êrîs bi giranî didome, rojek bêyî êrîsên dronan an jî bomberana topan nabore.

Perîsankirina gelê sîvîl

Ev êrîsên, ku bi salan e bê navber carê bi giranî û carê bi sivikî didome, gelê sîvîl perîsan dike. Ji ber êrîsan, her car mirovên li wê derê li ser xaka xwe dibin penaberên navxweyî. Ji ber van êrîsên bê navber, gelek mirovên li van herêman neçar in, ji bo penaberiyê amade bin.

Ji bo perspektîva gel a mayînê hebe, em dixebitin

Em dixwazin di dîsa avakirina binesaziya rûxandî de – bi taybet di çaksazkirina dibistanan de – alîkariya nistecihên bajarê xwe yê dost bikin. Ji ber têkosîna wan a ji bo avakirina civakeke demokratîk divê em pistgiriya wan bikin. Bi çalakiya komkirina bexsên pereyan em dixwazin bibin alîkar, ku perspektîveke wan a mayîna li welatê wan hebe.

Hesabê me yê ji bo bexsê:

Städtepartnerschaft Friedrichshain-Kreuzberg – Dêrik e.V.
IBAN: DE54 4306 0967 1225 6804 00
BIC: GENODEM1GLS, GLS Bank
armanc: „Wiederaufbau“