Navçeyê li ku derê ye?
Friedrichshain-Kreuzberg yek ji 12 navçeyên Berlinê ye. Berlin ne tenê paytexta Almanyayê ye, lê her wisa yek ji 16 Welatên Federal yên Almanyayê ye.
Parlamento, Hikûmet û Rêveberî
Wekî tevahiya navçeyên Berlinê, navçeya Friedrichshain-Kreuzbergê jî xwedî meclîsa navçeyê ye û dikare wekî bajarekî xwe bi awayekî xweser bi rê ve bibe. Ji ber ku Berlina niha hêj di sala 1920an de bi vî awayî pêk hatiye. Beriya vê yekê, Berlin bajarekî ne gelek mezin bû û li derdora wî jî gelek gund û bajarên biçûk hebûn. Paşê ev gund û bajar bi Berlinê ve tên girêdan û wisa Berlina Mezin pêk tê. Her çiqas rêveberiyeke giştî ya bajêr tê avakirin jî, rêveberiyên navçeyan jî li ciyê bi berdewamî dimînin.
Di bin çavdêriya meclîsa navçeyê de, Friedrichshain-Kreuzberg ji aliyê şaredariya navçeyê ve tê birêvebirin, ku niha Monika Herrmann´a ji paritya „Bündnis 90/Die Grünen“ ango „Yekîtiya 90î/Kesk“ şaredar e. Knut Mildner-Spindler´ê ji partiya „Die Linke“ ango „Çep“ jî cîgirê şaredarê ye. Ev her du partî li gel partiya sêyemîn herî bi hêz „Sozialdemokratischen Partei Deutschlands“ SPD ango „Partiya Sosyaldemokratîk a Almanyayê“ re koalîsyonê ava kiriye, ku giraniya xebata xwe didin ser mafên jinan, ekolojî û penaberan.
Li Friedrichshain-Kreuzberg li gel rêveberiya fermî her wisa gelek rêxistinên ne hikûmetî jî hene, ku bi awayên cuda bandorê li ser rêveberî û jiyana gelemperî dikin.
Dîrok
Avakirin û bicîbûna li Kreuzberg û Friedrichshainê zêdetir di navbera salên 1870 û 1914an de pêk hat. Ev, salên endustrîbûna kapîtalîst bûn, ku hingê li her derê Berlinê fabrîkeyên nû ava bûbûn. Ji bo van fabrîkeyan gelek xebatkar pêwîst bûn û diviya ev xebatkar li ciyekî jî bijîn. Lewma li derdora bajarê Berlinê yê kevin di nav hev de avahiyên nû hatin rakirin, ku ji wan re razangehên ji bo kirê dihate gotin. Ji her derî, bi taybet ji rojhilatê Almanyayê û Polonyayê cotkarên berê hatin Berlinê, ku li fabrîkeyên Berlinê bixebitin û li razangehên ji bo kirê yên li Kreuzberg, Friedrichshain û navçeyên din bijîn. Mercên jiyanê li razangehên di rêze-avahiyên li dû hev û derdorgirtî de gelek zehmet bû. Hingê di daîreyên biçûk yên yek-jûreyî de bi qasî 6 mirov dijîn, tê de serşo û avdestxane tune jî tune bûn. Ji ber nebûna serşo û avdestxaneyê diviya gelek mabat tiwaleteke li derveyî xanî bi hev re bi kar bînin. Di vê rewşa wisa de nexeşiyên kolerayê rû didan. Ji ber vê yekê bi gelek mirovan re nexweşia tuberkulozê çêbû û gelek zarok bi nexweşiya raşîtîzê ketin. Mercên jiyan yên xirab, şertên zehmet yên xebata li fabrîkeyan ê bêhiqûqiya siyasî rê li ber vekirin, ku li navçeyên wekî Kreuzberg û Friedrichshainê rêxistineke sosyalîst ya karkeran ya xurt bi partî, sendîqe, komeleyên çand, spor û alîkariyê û navendên kombûnê ava bibin.
Piştî serê cîhanê yê yekemîn rêxistina karkeran ji ber du nêrînên cuda ji hev belav bûn, ku ji bo rakirina kapîtalîzmê pêwîst e mirov riyeke reformîst an jî şoreşger hilbijire. Ji ber vê cudabûnê di sala 1933an de li Kreuzberg û Friedrichshainê li şûna ku mirov bi yek-dengî li dijî faşîstan rabin, ku dest danîbûn ser hêzê, van mirovan şerê hev dikir. Di navbera salên 1933 û 1945an gelek mirovên ji Friedrichshain û Kreuzbergê ji aliyê faşîstan ve hatin kuştin.
Dabeşkirin
Piştî serkeftina li hemberî faşîzmê ya di şerê cîhanê yê duyemîn de Berlin, wekî tevahiya Almanyayê di destpêkê de ji aliyê leşkerên amerîkî, sovyet, brîtanî û fransî ve hat dagirkirin û dabeşkirin. Ji ber „Şerê Sar“ yê di navbera Yekîtiya Seovyetê û 3 hêzên rojavayî di demeke kurt de di sala 1949an de Komara Federal a Almanyayê (BRD) li ser bingeha kapîtalîzma rojavayî û Komara Demokratîk ya Almanyayê (DDR) di bin bandora komînîzma sovetê de wekî du dewletên almanan hatin avakirin. Berlin wekî giravekî di nav DDRê de mabû, ku ew bi xwe jî bi çar parçeyan di navbera sovyet, amerîkî, fransî û brîtaniyan de hatibû dabeşkirin. Parçeya sovyetê, ku ji rojhilatê Berlinê pêk dihat, paşînê bû Berlina-Rojhilat û bi vî awayî bû parçeyeke DDRê. Her sê parçeyên din yên li rojavayî Berlinê jî bûn Berlina-Rojava, ku niştecihên wê dikaribûn tenê ser çend cadeyên transît, ku bi dijwarî dihat kontrolkirin, ji ser axa DDRê re derbasî herêmên din yên Komara Federal ya Almanyayê bibin. Di van salên dabeşbûyî de Friedrichshain girêdayî Berlina-Rojhilat û Kreuzberg girêdayî Berlina-Rojava bû. Sînorê di navbera Friedrichshain û Kreuzbergê çemê Spree ye, ku di navbera salên 1961 û 1990an de li aliyê rojhilat dîwarekî bilind hatibû avakirin û wekî sînorekî bi kontroleke dijwar bûbû sînorê di navbera Berlina Rojhilat û ya Rojava.
Armanca vê yekê ew bû, ku pêşî lê bê girtin, mirov ji aliyê rojhilatê Berlinê nerevin aliyê rojavayê Berlinê. 10 piştî yekbûna Almanyayê, du di sala 1990an de pêk hat, di sala 2001an de bi riya bihevgirêdana navçeyên Kreuzberg û Friedrichshainê, navçeya nû ya Friedrichshain-Kreuzbergê sazkirin.
Yekane girêdana di navbera Friedrichshain ê Kreuzbergê pira „Oberbaumbrücke“ e, ku du aliyên çemê Spreeyê digihîne heb. Ji astengerêya darê ya berê li ser çemê Spreeyê bû re „Darê Bilindtir“ dihat gotin, ku tenê piştî xerca sînorê ji bo kelûpelên şandinê dihathat dayîn, hingê dihat vekirin.
Logoya komeleya ji kombînasyona vê pirê, ango ji ciyê „Oberer Baum“, û pira Eyn Dîwarê, ku li ser çemê Dîcleyê derbas dibe, pêk tê. Divê ev yek bi me bide zanîn, ku nabe em tu car hêviya qut bikin û pêkan e di navbera pergalên siyasî, dîn, netewe û dewletan de pir werin avakirin û roj tê, ku sînorê berê jî ji holê radibin.
Gelên li Friedrichshain-Kreuzbergê
Di sala 2018an de li Friedrichshain-Kreuzbergê kêm zêde 286.000 nişetcih hebûn. 123.000 niştecih ango ji sedî 43yê van niştecihan ji welatên din hatine. Gelek ji van mirovan êdî bûne hemwelatiyên dewleta Almanyayê. Di 2018an de piraniya mirovên ne xwedî pasaporta Almanyayê, xwedî pasaporta van welatan bûn:
Tirkiye 15.660
Îtalya 4.722
Fransa 3.453
DYA 3.159
Brîtanyay Mezin 2.932
Polonya 2.743
Sûriye 2.153
Ji ber vê yekê ye, ku navçeya me ciyekî pir-neteweyî û pir-dînî ye. Ev yek me û Dêrikê digihîne hev. Temenê rêjeyê yê niştecihên navçeya me 38 sal e. Li tevahiya navçeyên Berlinê rêjeya herî kêm ya temenî ya navçeya me ye û li tevahiya Almanyayê jî navçeya yek ji navendan e, ku temenê niştecihên wê pir ciwan e.
Nûkirina Bajêr a bi Baldarî
Di wan salan de, ku Berlin dabeş bûbû û Berlina Rojava di rewşa giravekê de bû, gelek mirov ji Berlinê koç dikirin û her wisa piraniya fîrmayan jî navendên xwe biribûn Almanya Rojava. Fîrmayên mayî jî dikaribûn bi riya piştgiriya dewletî li ser piyan bisekinin. Bi taybet piştî avakirina dîwarê di navbera aliyên Berlina Rojhilat û Berlina Rojava de gelek xebatkarên ji aliyê rojhilat nikaribûn li aliyê rojava herin ser karê xwe. Di vê demê de gelek xebatkar ji Tirkiye û Yûgosolaviyaya hingê hatin xwestin. Ew xebatkar li xaniyên almanên koçkiribûn bi cî bûn. Bi taybet gelek malbatên xebatkar yên ji Tirkiye û bakurê Kurdistanê hingê li Kreuzbergê bi cî bûn, ji ber ku kirêya xaniyan li wê derê gelek kêm bû. Gelek ji van malbatan kurd bûn, ji ber vê yekê gelek rêxistinên kurdan navendên xwe li Friedrichshain-Kreuzbergê ava kirine, wekî Dêrsim-Gemeinde (Civata Dêrsimiyan), der kurdische Elternverein Yekmal (Komeleya Malbatên ji Kurdistanê) yan jî das Kurdische Zentrum – Navenda Kurdî.
Di heman demê de gelek mirovên ciwan û pêşverû jî ji herêmên din yên Almanyaya Rojava hatin, ku kêm pereyê wan hebû lê belê nedixwestin li ba dêûbavên xwe bijîn. Bi taybet zilamên ciwan di dema Şerê Sar de ji ber peywira leşkeriyê koçberî Berlina Rojava bûn, ku ev der di bin kontrola amerikî, brîtanî û fransiyan de bû û xwedî statûyeke taybet bû, ku leşkeriya mecbûrî nebû.
Di salên piştî 1970an de li Kreuzbergê rêzexaniyên li ser cadeyê û xaniyên erzan tev hatin rûxandin û di şûna wan de xaniyên û daîreyên buha hatin avakirin. Li dijî vê yekê yekser protestoyên xurt pêk hatin, bi taybet gava diyar bû, ku di rûxandin û avakirina xaniyan de gendeliyeke bê hed heye. Piştî gelek xwepêşandanan, paşiya paşî li Kreuzbergê „Nûkirina Bajêr a bi Baldarî“ bi pêş ket. Ev yek tê wê wateyê, ku tenê avahiyên li paş yên têr ronahiya rojê nabînin dê di bin kontrola rêveberiya navçeyê dihatin rûxandin û avahiyên li pêş jî dihatin nûkirin û modernîzekirin. Daîreyên biçûk li hev dihatin zêdekirin û di tevahiya avahiyan de tiwalet, serşo û kalorîfera navendî dihat çêkirin. Bi taybet tu kes ji mala xwe nedihat qewirandin, ji ber ku her kes dikaribû piştî nûkirinê dîsa vegere mala xwe. Wekî din mirov hay lê dima, ku heqê kirêya xaniyan di bin kontrolê de û wekî berê kêm bimînin.
Rewşa niha ya navçeyê
Hete sala 1989an Friedrichshain li aliyê rojhilat û Kreuzberg jî li aliyê rojava, du navçeyên li ser sînor û aliyekî wan bi dîwar girtî bû, ku ji ber vê yekê ne bi dilê gelek mirovan bûn. Piştî bihevgihana herdu aliyên Berlin û Almanyayê û piştî ku Berlin dîsa wekî paytexta Almanyayê hat ragihandin, rewş bi awayekî bingehîn guherî. Friedrichshain-Kreuzberg di navenda Berlinê de ye û ji ber vê yekê jî di demên dawî de di bala avahîsazên navneteweyî de ye. Ev tê wateya ku kirê her car zûtir zêdetir dibin, gelek mirov nikarin heqê kirêya van xaniyan bide û ji ber vê yekê neçar dimînin ji vê derê bar bikin. Li Friedrichshain-Kreuzbergê ji mêjî ve gelek atolyeyên pîşeyan yên biçûk û navîn hene, bi taybet gelek şîrketên alternatîv û kolektîv û her wisa gelek dikan û restorantên tirk û kurdan. Her wisa ew jî ji ber vê rewşê dikevin nav zehmetiyê û neçar dimînin, ku koç bikin.
Li gorî berê, niha li Friedrichshain-Kreuzberg kêm endustrî mane. Lê belê gelek şîrketên nû yên xizmet û medyayê li Friedrichshain-Kreuzbergê avabûne. Bo nîmûne Mîtos-Film, ku fîlmproduksiyona kurdekî ye û navenda wî li Friedrichshain-Kreuzbergê ye. Wekî din li vê derê her wisa gelek çapemeniyên almanan jî hene. Kreuzberg her wisa navenda Çapxaneya Federal e, ku tevahiya nasnameyên almanan (karta nasnameyê, pasaport, destûra ajotinê û hwd) û pereyên kaxiz yên Euro lê çap dibin.
Niha ev navçe heqê xwe dide, ku jê re navçeya pir-çandî û pir-dînî tê gotin. Ji ber ku li navçeya me, bo nîmûne navenda qeydiya êrîşên nijadperestî heye, ku mirov dikare wisa di demeke zû de mudaxeleyê bûyerên wisa bike.
Jin
Li navçeya me jin gelek çalak in. Gelek projeyên jinan yên beşên perwerdehî, çand, sporê û gelekên din hene. Jinên penaber û koçber yên ji welatên cuda li navçeya me gelek rêxistinên jinan ava kirine. Bo nîmûne DestDan yek ji van rêxistinan e, ku rêxistineke alman û kurdan e. Schokofabrik, navendeke jinan e, ku bi derketina tevgera dagirkeriya avahiyan re li şûna kargeha berê ya çoklatê ava bûye. Niha li gel rojên sporê û şîrketên pîşeyan her wisa hemamek jî lê heye.
Hejmareke telefona acîl ji bo jinan, heye ku xwe di xeterê de hîs dikin. Ev yek bi taybet ji bo jinan hatiye sazkirin, dibin mexdûrên şîdeta navmalî û zayendî. Wekî din spratgeh û malên jinan jî ji bo van jinan amade ne.
Penaber
Ji çileya 2016an ve li Şaredariya Friedrichshain-Kreuzbergê kordînasyoneke penaberan. Peywirên wê bi taybet ev in:
- Kordînasyona peywirên navçeyî yên têkildarî mirovên penaberbûyî.
- Plansazî û birêvebirina konsept û projeyên di navbera saziyên navçeyê de
- Piştgirî, şêwirmendî û kordînasyona piştgir û xurtkirina sazî, enstîtu, tor û xwerêxistinkirinê azad
- Kesê têkildar ji bo navendên penaberan yên li navçeyê
- Navbeynkarî û kordînasyona rênasên entegrasyonê (mirovên penaber, ku di entegrasyona beşên cûrbicûr de piştgiriya mirovên din yên penaber dikin, ku xwedî çandên cuda. Ev rênas piranî bi van kesan re diçin saziyên fermî û enstîtuyên din pêwîst û piranî wergêriya rewşên hêsan dikin.)
Her wisa ji 2016an ve li navçeya me navendeke pêwendî û şêwirmendiyê heye, ku di pêngavên krîz, neewlehî yan jî nexweşiyê de piştgiriya penaberan dike.
Pirsgirêke mezin ya li vê derê bicîkirina penaberan e. Ji ber guherîna rewşa emlaqê ya li navçeya me, gelek zehmet bûye, ku mirov xaniyekî dilê bibîne û buhayê kirêyê jî gelek bilind bûye, bi taybet hewl tê dayîn pêşî li avahiyên girseyî yên ji bo 500 kesî an jî bêhtir mirovan bê girtin.
Pirsgirêkên di Hevjiyanê de
Li navçeya me jî jiyana bi hev re ya xwecihî û koçberan her dem ne hêsan e. Daxwaza me, ku em bibin navçeyeke modern û ji bo cîhanê vekirî tê wateya, ku hiqûqa dewletî li ser rêziknameyên dînî û çandî bin. Em naxwazin di wekheviya jin û mêran ya li tevahiya beşên jiyanê de gav paşve biavêjin. Heman tişt ji bo azadiya oryantasyona mirovan ya zayendî jî derbas dibe. Ev tê wateya, ku nabe cudakarî li dijî homoseksuelan pêk were. Hinek koçber dixwazin mirov wan qebûl bike û rêzê li ber wan bigire, lê belê ew bi xwe kesên din yên cuda qebûl nakin û rêzê li ber wan nagirin. Mixabin gelek rêxistinên koçberan jî, wekî ku berdevkên welatê xwe bin, nirxên konservatîv hete yên antî-demokratîk diparêzin û aşkera yan jî veşartî propagandaya netewperestî, nijadperestî û îslamîstiyê dikin. Bi taybet komeleyên mizgeftan piranî ne amade ne, ku cudabûna di navbera dîn û siyasetê de qebûl bikin û ew hewl bidin bandorê li ser dibistanên navçeyê bikin. Ev yek li navçeya me pirsgirêkek e, ku her mezintir dibe.